Projekt Queer Refugees Deutschland

Em çawa dikarin çalakiyên mafên mirovan ya LSBTI li Almaniya bidomînin?

Yekemîn civîna torê netewî ya penaberên çalakvanên LGBTI li Köln ê

Di 16 û 17yê Çilêya Pêşîn de, ji bo cara yekem penaberên çalakvanên LGBTI li tevahiya Almaniya we li ser vexwendina Komeleya Lezbiyenî û Gay li Almaniya (LSVD) civînek çêkir ji bo niqaşkirin li ser mafên mirovên LGBTI ku di nav civaka Almaniya çawa bikarin bidomînin.

Gerînendeya LSVD, Klaus Jetz, bixêrhatina beşdaran* kir di komxebatê du rojiya nivîsgeha LSVD ya federal li Kölnê û xebata navnetewiya komeleyê, sazûmana Weqfa Hirschfeld-Eddy da nasandin. Gelek çalakvanan berê di welatên xwe de çalak bûn û dijî zordarî di hember LGBTI şer kirin. Hinek jî, çalakiyên xwe li Almaniya dest pê kiriye da ku rewşa penaberên LGBTI di xaniyên penaberiyê û di dema pêvajoya penaberiyê de bêtir bikin û pêşveçûn çêbikin. Bi tevahî 13 beşdaran ji heft welatên cuda û ji şeş Eyaletên Federal ve rêwîtin, da ku ew tiştên nû ya yekem, ew tora nû li Almaniya dest pê bikin û dengek ji bo penaberên LGBTI çêbikin.

Scroll Up