Projekt Queer Refugees Deutschland

Proje

Kesê/a ku direve, teqez hin sedem û delîln xwe hene. Ev mijar derheq kesên Lêzbiyen (hevcinsbazên jin), Gêy (hevcinsbazên mêr), Bîsexuel, cinsiyet guhestî (transgender) û Ducinsî (LGBTI) ku li civat û welatê xwe tûşî tundî û şidetê bûne, rast e. Li zêdetirî 90 welatên cîhanê, kesên LGBTI tûşî xetera jidestçûna azadî û xeterên canî dibin. Bo gellek ji kesên LGBTI, hatina bo Almanyayê dawiya rêya revînê nîne. Bêewlehiya Êgzîstansiyalîstî têkildarî şêwazên dijwar û çetin ên penabertiyê ji ber tecrubeyên nijadperestî û elbete nêrînên LGBTI xedartir dibe. Ji wan li kampên penaberan û kursên perwerdehiyê, tecrubeya tundî û nijadperestiyê ji bo kesên LGBTI, zêdetir ji vê yekê ku mijarek kesane be, babeteka giştî ye. Li warê piştevaniya ji penaberên LGBTI, hin kiryar ji bo kesên derveyî pîvanên cinsî û elbete xwedîrolên civakî li tevahiya Almanyayê pêk hatine da ku rawêjkariya psokolojî û derûnnasiyê, civîn û alîkariya tendurustiyê ji bo kesên LGBTI li pêvajoya penabertiyê bikeve ber dest. Kesên LGBTI bi awayekî ber bi zêdebûnê berê xwe didin van bernameyan û yekem nijyar û pêkhateyên xwe-alîkar ên penaberan damezirandine.

Bernameyên me

Armanca projeya nû ya LSVD’yê, “Queer Refugees Deutschland”, pêkanîna şebeke û torekê li nav rêxistinên çalak li seranserî Almanyayê her wiha çalakên LGBTI û piştgiriya ji wan e. Bi vê mebestê, malpera www.queer-refugees.de“ hatiye damezirandin da ku hûn bikarin zanyarî û navendên têkillîgirtinê yên navçeyî yên cûrbicûr ji riya nexşeyên berxet anku Online bi zimanên cûrbicûr peyda bikin.

Gelo hûn li warê penaberên LGBTI dixebitin? Em dê kêfxweş bibin ku perwerdehî û rawêjkariya digel we li ser projeya ku têkildarî karê we bi xwe digel penaberên LGBTI li pêşberî we ye, bigirn ustiyê xwe.

Gelo tu penaberekî/a LGBTI yî û li dû rawêjkariyê digerî? Em dê kêfxweş bibin ku te bi awayekî ne-fermî bi navendên têkillîgirtinê li navçeya te pêwendî bidin. Heke tu li dû piştevaniyê li ser mijarekê li derveyî dadgehê yî, em dikarin rawêjkariyê bidin te. Em ji penaberên LGBTI li warê birêxistinkirin û pêkanîna şebekeyê piştevaniyê dikin. Gelo tu meraq dikî û meyla te heye? Bi me ra bikeve têkilliyê!

Têkilî:

 0049/163/2663711
 queer-refugees@lsvd.de

LSVD – Queer Refugees Deutschland
Hülchrather Straße 4
D-50670 Köln

Kesên ku li warê projeyê li Rêvebiriya Fêdêral a LSVD’yê li Kolnê bersiva te didin:

Lilith Raza (Karzanê Bilind) – Çalak LGBTI
0221/925961/17
 Almanî, Inglîsî, Hindî, Pencabî, Urdû

Patrick Dörr (Karzan) – Rojhilatnas/Lêkolerê îslamî û zankoya zanistên siyasî
 0221/925961/20
 Almanî, Erebî, Inglîsî, Fransî, Spanî

Patrick Dörr, Lilith Raza (wêneyê: Caro Kadatz)

Scroll Up